Fermandarê Heşdî Şabî hate kuştin
Di êrişa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser baregeha Heşdî Şabî de Fermandarê Operasyonê Sead Baici hate kuştin.
Di êrişa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser baregeha Heşdî Şabî de Fermandarê Operasyonê Sead Baici hate kuştin.
Rêveberiya Heşdî Şabî li ser êrişa DYE'yê ya doh bi şev a li Enbarê û kesên di êrişê de hatin kuştin daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên DYE'yê serê sibehê bombe li baregeha Heşdî Şabî ya li Enbarê barandin.
Di êrişê de Fermandarê Operasyonan ê Heşdî Şabî Sead Baici û hin endamên Heşdî Şabî yên ku Îran piştgiriya wan dike, jiyana xwe ji dest dan.
Heşdî Şabî di daxuyaniya xwe de bang li siyasiyan kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.